Dengêbêjê Cizîra Bota Esker Cizîrî wefat kir
PeyamaKurd – Dengbêjê Cizîra Bota yê bi nav û deng Esker Cizîrî di 66 salya xwe de bi rawestandina dilî wefat kir. Esker Cizîrî weka dewama Mihemed Arifî Cizîrî dihat naskirin û hem berhemên Hesen Cizîrî jî dixwend. Terzê lêdana sazê û gotina wî bi temamî yê Mihemed Arif bû.
Esker Cizîrî di sala 1955 an de hatibû dinyayê û piştî salên 1970yan bi germahî ketibû nava hunera Cizîrê. Gelek kilamên dengbêjiyê dizanibû û bi taybetî kilamên govendê bo wî destpêka dengbêjiya wî bûn.
Di hemû bernameyên li ser çanda Cizîra Bota de ciyê xwe digirt û di gelek televizyon û bernameyan de derdiket pêşberê xelkê.
Esker Cizîrî zewicandî bû û xwediyê 9 zarokan bû. Bernameya xwe ya herî dawiyê, jiyana wî jî di nav de bi çêkerên bernama Waar tv yê bi Mehdî Mûtlu re çêkiribû lê di bernameyê de jî diyar bû ku nexweşe.
Ji şopînerên Mihemed Arifê Cizîrî di Cizîra Bota de ji bilî Esker Cizîrî niha dengbêj û hunermend Mesûd Cizîrî şopê dide dewamkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin