Germa Cizîra Bota giha 45,9 dereceyî
PeyamaKurd – Wezîrê hawirdoriyê û guherîna kêşûhewayê yê Tirkiyê Murat Kurum, di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku di 53 salan de, di mehên Temmûzê de, Temmûza herî germ ya sala 2024a ye. Kurum weha got:
“Ciyê germa wê herî zêde bi 45,9 dereceyî Cizîr a Bota û ya herî kêm jî bajarê Erzeromê bi dereceya 5,2 ye.”
Li bajarê Cizîrê xelkê wê derê heya mecbûr nemînin dernayên derve. Di germa rojê de gelek caran kolanên Cizîrê valane. Bi taybetî di navbera seet 12.00-17.00an de kolanan xelk li bajêr nagere.
Di salên berê de, ji ber germa Cizîrê û heta ya Diyarbekirê jî, di rojê de, ji ber tavê xelk bi sîwanan digeriya da roj zerarê nede wan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin