Pileya germa bajarê Adanayê giha 40 dereceyê

15 March 2025 16:34 0 dîtin
Pileya germa bajarê Adanayê giha 40 dereceyê

PeyamaKurd – Bajarê Tirkiyê Adana bi hesêb bilindahiya xwe ya ji deryayê gelek nizme û hem deşteka wê ya mezin heye. Ji ber wê jî di Zivistanê de tenê mehekî mala xwe germ dikin. Lê ji ber hewa Adanayê hêmiye, germa wê zêde bandorê li ser mirovî dike.

Bayê germ yê ku di ser Afrîka de tê Adanayê, bi xwe re Adanayê jî germ dike. Îro li bajarê Adanayê termometre germa bajêr 37,7 nîşan didin û di nav erebeyan de dereca germê gihaye 40 dereceyan.

Xelek, ji bo xwe hînik bike, xwe dixin ava kanala avdaniyê ku di nav Adanayê de derbas dibe. Avjeniya nav ava kanalê gelek talûkeye ji ber di 11 mehên dawiyê de 260 kesan zêdetir di avê de fetisîne. Rayedarên bajêr hişyariyê didin xelkê da nekevin ava kanalê.