Li 7 bajarên Kurdistan a Bakûr germahî ji 8 heya 15 pileyan kêm dibe

16 February 2021 01:37 0 dîtin
Li 7 bajarên Kurdistan a Bakûr germahî ji 8 heya 15 pileyan kêm dibe

PeyamaKurd – Meterolojiya herêma 12 em ya Tirkiyê ragihand ku dê ji roja çarşemê û bi şûnde, li 7 bajarên Kurdistanê, germahiya hewayê di navbera 8 û 15 pileyan de dakeve an ku serma zêdetir bibe.

Bajarên ku serma wan dê zêde bibe bajarên Erzerom, Qars, Agirî, Ixdir, Ardaxan, Dêrsim û Ezirganê ne. Heya dawiya hefteyê wê serma zêde be, dibe li bajarân cemed çêbibe û divê hemwelatî li gor van agahiyan tedbîran bigrin.