Ji 9 bajarên Kurdistana Bakûr 5,4 mîlyar dolar îxracat hat kirin

02 July 2021 21:34 0 dîtin
Ji 9 bajarên Kurdistana Bakûr 5,4 mîlyar dolar îxracat hat kirin

PeyamaKurd – Serokê Koordînatoriya Yekîtiya Îxracatvanên Rojhilatê Bakûr ê Tirkiyê Ahmet Fikret Kileci ragihand ku di nav 6 mehan de bi miqdarê 5 mîlyar û 470 mîlyon dolarî îxracatê kirine derveyê welat. Kileci bi nivîskî ragihand ku tenê miqdarê di meha hezîranê de bo derve hatiye îxrackirin 1 mîlyar û 13 mîlyon dolare.

Kileci dibêje ku wan xwe gihandiye hecma asta bi îstîqrar û weha dewam dike:

“Li gor 6 mehên sala berê, me îxracata xwe di 6 mehên îsal de an ku 2021 ê de, îxracata xwe %38 zêde kiriye û di nav 6 mehan de gihaye 5 mîlyar û 470 mîlyon dolaran. Bajarê Dîlokê (Entab) bi xwe 4 mîlyar û 825 mîlyon dolarî îxracê kiriye û îxracata xwe % 40 zêde kiriye. % 35,7 îxracata me bo welatên Rojhilata Navîn çêbûye. Di pey welatên Rohilata Navîn de %19,4 welatên Yekîtiya Awrûpayê û bi %15,1 welatên Amerîkayê taqîb dike. Cûreyên berheman yên herî zêde hatine îxrackirin, makîneyên hilberîna xaliyan, benik, qumaş û alavên pastageriyê ne.”