Kanada ji bo bervaniya Amerîka Bakûr bi 4,9 mîlyar dolarî veberhênanê dike
PeyamaKurd – Wezîra berevaniyê ya Kanadayê Anita Anand ragihand ku ji bo nûjenkirina berevaniya Amerîka Bakûr di 6 salên bê de wê bi miqdarê 4,5 mîlyar dolarî pere serf bike. Wezîra Anand di civîna baregeha hewayî ya Trentonê de ji bo çapemeniyê ragihandinan li ser parastina sîstema hevpar ya 20 salan ku wê çawa wê nûh bikin, kir. Anand got ku ji bo sîstema kevin nûh bikin wê 40 mîlyar dolar pere serf bikin û miqdarê 4,9 mîlyar dolar ji bo destpêkê ye.
Kanada di 12 ê gulana sala 1958 an de li hemberê îhlalên b alafirên bombardimanan yên Sowyetê, bi Amerîka re sîstema hevpar ya hewayî danîbû.
Piraniya mesrefa sîstema bergiriyê ya Amerîka Bakûr dewleta Amerîka dike û cara yekeme ku Kanada ew çend mesrefê digre ser xwe.
Kanada û Amerîka niha li ser du sîstemên radaran radiwestin. Di sîstema kevin de ew fuzeyên ku ji keştiyên noqavê tên avêtin nikare bibîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin