Li 7 parêzgehên Iraqê ji ber germa zêde betlaneya fermî hat ragihandin
PeyamaKurd - Hikûmeta Iraqê ragihand ku ji ber germahiya zêde ya werza havînê ku gihîştiye asteke metirsîdar, li 7 parêzgehan betlaneya fermî ya bo germê hatiye ragihandin.
Di biryara hikûmeta Iraqê ya ku ji îro 1ê Tîrmehê ve dest pê dike de: li parêzgehên Bexda, Musena, Misan, Kerbela, Enbar, Selahedîn û Mûsilê li hemû saziyên hikumetê betlaneya fermî tê kirin.
Herwiha li gorî biryarê wê ji roja Yekşema bê heta roja Pêncşema hefteya bê jî saetên kar ji bo karkeran werin kêmkirin.
Hêjayî gotinê ye, di van çend rojên dawî de li bajarên Iraqê û Kurdistanê pileya germê 54 dereceyan derbas kiriye û bandoreke neyînî li ser jiyana rojane ya hemwelatiyan dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin