Ji Artêsa Iraqê daxuyaniya teqînê: Ji ber xirab embarkirina çekan û germa zêde…

26 July 2020 23:16 0 dîtin
Ji Artêsa Iraqê daxuyaniya teqînê: Ji ber xirab embarkirina çekan û germa zêde…

PeyamaKurd - Artêşa Iraqê li ser teqîna îro 26ê Tîrmehê danê êvarê li baregeha Seqer a Bexdayê ku Polîsên Federal û Komên Çekdar (Heşda Şeibî) tê de ne daxuyanî da.

Li gorî ragihandina Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Artêşa Iraqê, hat piştrastkirin ku teqînek li serbazgeha dikeve devera Seyîdîye li ser rêya serekî ya Hile- Bexda rû daye, lê sedema teqînê jî wekî xirab embarkirina çek û teqemenîyan û bilindbûna pileya germê hat eşkere kirin.

Hêjayî gotinê ye, heta van saetan jî teqîn nehatîye kontirolkirin û tîmên endazyarîyê û berevanîya şaristanîyê li nêzîkî baregehê ne.

Hat diyarkirin ku teqîn li demjmêr 6:40ê êvarê rû daye û ew cebilxane ji aliyê polîsên federal û komên çekdar ve ji bo embarkirina çek û teqemenîyan dihat bikaranîn.

Li Bexdayê li baregeha Heşda Şeibî teqîn