Derket holê ku Dr. Huseyîn ne berpirsê PKKê yê Kampa Mexmûrê bû
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro Yekşemê li ser hesabê xwe yê Twitterê got ku Selman Bozkirê bi nasnavê Doktor Huseyin ku berpirsê pilebilind ê PKKê û berpirsê giştî yê Kampa Mexmûrê bû di operasyoneke MÎTê ya doh Şemiyê de hatiye bêbandorkirin ango kuştin.
Piştî vê daxuyaniya Erdogan û ragihandinên medya tirk, derket holê ku ew kesê di bombebarana balafirên bêpîlot de li Mexmûrê hatiye kuştin, ne berpirsê PKKê bû û berevajî îdiayan cihê ku hatiye bombebarankirin jî ne baregeha berpirsên bilind PKKê bû.
Li gorî zanyariyên gihîştine ber destê PeyamaKurd ji herêmê, bombebarana artêşa Tirkiyê ne li baregeha ku medya tirk behs dike hatiye kirin, lê belê cihê ku hatiye bombekirin zêdetirê wan kesên dema şer birîndar bûne li wir bûn.
Di kampa navborî de xizmetên tenduristiyê jî têne dayîn ku di êrîşa doh 5ê Hezîranê ya Tirkiyê de, hat îdiakirin ku berpirsê PKKê yê kampê hatiye kuştin.
Lê belê li gorî agahiyên çavkaniyên me, Dr. Huseyîn ne ji Qendîlê hatiye, lê ji bo xizmeta tenduristiyê ji Ewropayê hatiye û ne berpirsê kampa penaberan a Mexmûrê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin