Derziya korona ya Çînê ku WHOyê sandiye digihe Rojavayê Kurdistanê
PeyamaKurd - Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, beşek ji derziya vîrusa korona ya Sinopharm a Çînî (Sinovac) ku bi rêya Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) gihiştiye paytexta Sûriye Şamê, wê ji bo Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser bê şandin.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ji Rûdawê re gotiye, derziya Çînî ji roja Çarşemê ve derbasî Sûriyê bûye, hejmara wê jî li gorî ku Rêxistina Tendurustiya Cîhanî (WHO) ew agahdar kirine, 203 hezar dozên derziyê ne.
Ciwan Mistefa diyar kir, ew hejmar li gorî pêwîstiya Sûriyê gelekî kêm e, ji ber ku pêşniyar hebû ku 900 hezar dozên derziyê bêne derbaskirin.
Dr. Ciwan Mistefa herwiha ragihand, ji 203 hezar dozên derziya koronayê, tenê 10% wê bi rêya Rêxistina Tendirustîya Cîhanê (WHO) wê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe ku hejmara wê jî 23 hezar dozên derziyê ne û ev jî hejmareke gelekî kêm e.,
Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser li gorî amarên fermî heta niha 15 hezar û 176 kes bi koronayê ketine, 519 kes pê mirine û 1538 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin