Desteya Aborî ya Iraqê bi Serok Barzanî re dicive
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Desteya Aborî ya Iraqê wê bi Serok Mesûd Barzanî re bicive.
Li gor zanyariyên bi dest ketine, piştî civînên îro yên lijneya aborî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, şanda Iraqê wê serdana Pîrmamê bike û bi Serok Barzanî re bicive.
Tê gotin ku wê di civînê de mijarên wek mûçe û bûdceya fermanberên Herêma Kurdistanê, dahatên sînor, bac, hinartina neftê û gelek mijarên din bêne gotûbêjkirin.
Civînên Herêma Kurdistanê û desteya aborî ya Iraqê duh li Hewlêrê dest pê kirin. Tê payîn ku hevdîtin îro jî berdewam bikin û zêdetirî 8 demjimêran bidomin.
Çavkaniyekî ji civata wezîran eşkere kir ku di civînên duh de mûçe û bûdceya fermanberên Herêma Kurdistanê, dahatên sînor, bac, hinartina neftlê, budce, tomarkirina kompaniyan û gelek mijarên din hatine gotûbêjkirin.
Jêderek din ji Desteya Wezîran jî diyar kir ku hevdîtin erênî derbaz bûne û ev tişt gotin:
"Aliyan li ser gelek mijaran li hev kirin. Tê çaverêkirin ku di civîna roja duşemê de çend rêkeftin bên îmzekirin. Yek ji xalên sereke yên civîna duh ku nêzîkî 7 demjimêran dom kir, mûçeyên fermanber û endamên asayîşa Herêma Kurdistanê bû. Encamên hevdîtinên îro yên di navbera her du şandan de wê di berjewendiya karmend, xanenişt û hemû welatiyên Herêma Kurdistanê de be. "
Jêderan aşkere kirin ku her du alî li ser çareserkirina pirsgirêkên heyî li ser esasê yasa û destûrê lihev kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin