Dewleta Swêdê penaberekî Kurd radestî Tirkiyê kir
PeyamaKurd – Dewleta Swêdê penaberekî Kurd ê bi navê Mahmut Tat radestî Tirkiyê kir.
Nûçeya Duvarê diyar dike, penaberê Kurd Mahmut Tat ê ku li Swêdê ji ber biryara dersînorkirina Tirkiyê hatibû desteserkirin, di nava rojê de pêwendî ligel wî qut bûn. Mahmut Tat bi rêya telefonê gihîşt kurê xwe û got, ew radestî Tirkiyê hatiye kirin.
Mahmut Tat ê ku di meha Mijdarê de ji aliyê polîsên Swêdê ve hat desteserkirin û navenda çavdêriyê ya li Molndalê, do bêyî agahî bidin mirovên wî ew birin navenda çavdêriyê Marsta ya nêzî Balafirxaneya Arlandayê.
Herwiha Tatê ku di nava rojê de bi xizmên xwe re têkilî danî diyar kir, di dema veguhestinê de destê wî kelepçekirî bûye û ji destên xwe birîndar bûye.
Hat zanîn ku merivên Mahmut Tat îro di nava rojê de hewl dan bi wî re têkiliyê deynin, lê nekarîn xwe bigihînin wî. Parêzer Abdullah Devecî jî nekarî xwe bigihîne wî. Devecî got, wî jî li girtîgeha ku Tat lê tê ragirtin geriyaye, lê tu agahî derbarî wî de nedan.
Mahmut Tat di saetên êvarê de xwe gihandiye kurê xwe Ozan Can Tat ê li Swêdê dijî û got, ew radestî Tirkiyê kirine û li Rêveberiya Polîsan a Balafirgeha Stenbolê tê ragirtin.
Kurê Tat eşkere kir ku bavê wî gotiye ew baş e û ew dikarin gelek kurt biaxivin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin