Dewletên herî ewle yên cîhanê hatin ragihandin
PeyamaKurd - Enstutuya Aborî û Aştiyê,ku her sal rapora Endeksa Aştî ya Cîhanê (Global Peace Index/GPI) radigihîne, 17 emîn rapora 2023an parvekir û tê de Welatên herî aştiyane û ewle û welatên herî talûke yên îsal ragihand.
Li gor wê raporê welatê herî aştiyane û ewle Îzlanda ye û welatê welatê herî talûke û metirs jî Afxanîstan e.
Tirkiye di nav welatên Ewrûpî de di rêza dawî de ye û li cîhanê jî di di nav 163 welatan de, di rêza 147 emin de ye.
Iraq di nav 10 welatên herî talûkede hatiye rêzkirin.
Li gor rapora GPIê 10 welatên herî talûke wiha ne :
- Afxanistan
- Yemen
- Suriye
- Sûdana Başûr
- Komara Demokratîk a Kongoyê
- Rusya
- Ûkrayna
- Somalî
- Sûdan
- Iraq
10 welatên herî ewle û aştiyane yên cîhanê jî wiha ne:
- Îzlanda
- Danîmarka
- Îrlanda
- Zelendeya Nû
- Awûstirya
- Sîngapûr
- Portekîz
- Slovenya
- Japonya
- Îsvîçre

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin