Robotên herî biçûk ên cîhanê hatin çêkirin

27 May 2022 18:50 0 dîtin
Robotên herî biçûk ên cîhanê hatin çêkirin

PeyamaKurd-Endezyarên Zanîngeha Northwesternê ya li Amerîkayê, robotên herî biçûk ên cîhanê yên ku bi kumandaya dûrî dixebitin, çêkirin. Endezyarên ku van robotên herî biçûk çêkirin, da zanîn ku wan ji bo teşeyên robotan, ji teşeyê kêvjalê sûd wergirtiye.

Hat ragihandin ku her robotekê, nêzîkî nîv milimetre ye û ji dûrî ve tên kumandakirin. Yek ji nivîskarên pexşanên lêkolînê John A. Rogers, di nivîsa xwe ya Kovara Science Roboticsê ya 2 roj berê hatibû weşandin de ragihand ku wan ji aliyê teşe ve ji teşeyê kêvjalê sûd wergirtiye. Hat ragihandin ku di arasteka ‘kêvjal’ê de tevlîhevî tuneye û bi pergaleke hîdrolîk an jî elektrîkê naxebite.

Li gorî agahiyên di derbarê robotan de hatin parvekirin; di robotan de metaleke ku bîra wê li ser teşeyê ye, hatiye bikaranîn û bi saya vê jî dema robot germ bibe, dikare li teşeyê xwe yê ku berê hatiye diyarkirin, veguhere. Hat zanîn ku zanyar bi saya lazerê, bixwazin ku dera robotan germ bikin, dikarin germ bikin. Hat diyarkirin ku piştî vê germkirinê, robot demildest sar dibe, robot deforme dibe û car din li rewşa xwe ya berê vediguhere;dDi dema ku li rewşa xwe ya berê vediguhere de jî xwe bixwe tevdigere.

Hat ragihandin ku biçûkkirina robotan, dibe sedem ku di zûtirîn demê de sar bibin û biçûkkirina robotan dibe sedem ku ew robot zûtir tevbigerin. Endezyaran ragihand ku wan di teşeyên kurm û kêzan de jî robot çêkirine û ew robot, hîn di pêvajoya pêşvebirinê de ne. Hat ragihandin ku siberoj dibe ku ev robot, di neştergeriyan de ji bo montaja makîneyan werin bikaranîn.