NY: Li cîhanê welatê herî zêde mayîn hatine çandin Iraq e
PeyamaKurd - Rêveberê beşa Iraqê li fermangeha taybet a karûbarên mayînan li Neteweyên Yekbûyî (NY) Beer Lodhamer ragihand, li Iraqê du milyar û 960 milyon metre çargoşe axa mayînkirî heye.
Lodhamer da zanîn, piraniya wan navçeyên li Iraqê mayîn li wan hene dikevin sînorê navbera Iraq-Îranê û parêzgehên başûrê Iraqê ku paşmayên şerê 8 salên 1980-1988an ku di navbera Îran û Iraqê de rû dabû.
Berpirsê NY bal kişand ser ku di nav welatên cîhanê de Iraq, welatê herî zêde mayîn lê hene ye û piraniya wan mayîna ne tenê paşmayên şerê Iraq û Îranê ne, beşek ji wan jî paşmayan dagirkeriya rêxistina terorîst a DAIŞê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin