Lîsteya welatên herî bextewar li cîhanê hat eskere kirin
PeyamaKurd – Tora Çareseriyên bo Geşepêdanê ya Neteweyên Yekbûyî lîsteya welatên herî bextewar li cîhanê eşkere kir.
Li gorî lîsteya ku beriya destpêkirina şerê Ûkrayna-Rûsya hatiye eşkere kirin; welatê herî bextewar di rêza yekemîn de Fînlanda, duyem Denmark û sêyem jî Îzlanda ye.
Herwiha welatên wekî Sîwsre, Holande, Luksemburg, Swêd, Norwêc, Îsraîl û Zelanda Nû jî di nav 10 welatên herî bextewar de cî digirin.
Di lîsteya ku şert û mercên jiyana welatiyan hatiye lêkolînkirin de, welatên wekî Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye di nav lîsteya sed welatan de cî nagirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin