UNICEF: Vîrusa mpox herî zêde li Afrîka li welatê Burundî tê dîtin,
PeyamaKurd – Fon a Alîkariya Zarokan ya Navdewletî (UNICEF) ragihand ku vîrus herî zêde li Burundiyê hatiye dîtin. Berdevkê sekreterê NY Stephane Dujarric,di civîna çapemeniya rojane de endîşeyên xwe yên ji bo belavbûna vîrusa mpoxê ragihand. Dujarric got:
“Civakên bêberxwedan bi belavbûna Rojhilat û Başûrê Afrîka ya mpoxê re, rû bi rû ne û hem bandora wê ya xerab heye. Vîrus di zarokên di bin 20 salîde bi nexweşîna sorikan re di heman wextê de derketiye holê.
Vîrus li 5 welatan hatiye dîtin ku ew jî Burundi, Ruanda, Uganda, Kenya û Komara Afrîka Ya Başûr e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin