Metirsiya belavbûna vîrusa korona zêde dibe: Herî dawî 4 kes mirin

21 January 2020 15:21 0 dîtin
Metirsiya belavbûna vîrusa korona zêde dibe: Herî dawî 4 kes mirin

PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku li welatê Çînê vîruseke bi navê Korona ku nîşaneya vê Virusê heraret û kuxika zêde û nexweşiya cîgerê ye derketiye holê ku heta niha ji ber vê vîrusê 4 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Metirsî heye ew vîrus li seranser dinyayê belav bibe ku heta niha derbasî Koreya Başûr, Tayland, Erebîstana Siûdî, Awistirya û Japonyayê jî bûye.

Yekem car ev vîrusa bi navê Korona, di Kanuna 2019an de li bajarê  Wuhan ê Çînê derket holê  û heta niha 4 kesan ji ber vê virusê jiyana xwe ji dest daye.

Komîteya tenduristiyê ya Wuhanê bi daxuyaniyekê ragihand ku kesê 4an ê bi vê virusê jiyana xwe ji dest daye ew jî ji Wohanê ye û 89 salî ye.

Her wiha komîteyê ragihand ku 15 karmendên tenduristiyê jî bi vê virusê ketine û rewşa yekî ji wan giran e. Virusa bi navê Korona, destpêkê li bajarê Wuhan derket û paşê jî li bajarê din mîna Pekin û Şenghayê jî belav bû.

Televziyona fermî ya Çînê eşkere kiriye ku heta êvara Duşemê 217 kes bi vê vîrusê ketibûn, ji wan 198 li bajarê Wuhan bûn.

Herî dawî hat ragihandin ku ev vîrus ne wek dihat gotin tenê ji lawiran tê mirovan, ji mirovan bixwe jî vedigire û ev yek jî gelek metirsiyan çêdike.