Ji ber vîrusa korona rojeke din li betlaneya hefteyê hat zêdekirin
PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiyê yê Hêrêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ragihand ku rojên pêncşemê jî dê weke rojên în û şemiyê li saziyên hikûmetê bibin betlane.
Dr. Saman Berzincî piştî civîna Lijneya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê got, weke rêkarên nû yên li dijî Koronayê, rojên pêncşem, în û şemiyê, dê rê neyê dayîn ku welatiyên parêzgehên din ên Iraqê, serdana Herêma Kurdistanê bikin.
Berzincî eşkere kir ku piştî ceribandinan, perwerdehî dê bibe online û li ser berdewama tedbîran li cihên giştî jî got: “Kafeterya û restoran û holên werzişê, ji demjimêr 21:00 heta 06:00ê wê girtî bimînin. Hemû civîn û çalakî û taziye, qedexe ne.”
Dr. Saman Berzincî da xuyakirin ku wê biryarên hatine wergirtin ji îro ve werin bicihanîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin