Ûrmiye | Zêdetirî milyonek û 500 hezar welatî ji ber vîrusa Koronayê tên derzîkirin
PeyamaKurd – Li parêzgeha Ûrmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, zêdetirî milyonek û 500 hezar welatî ji ber vîrusa Koronayê tên derzîkirin.
Li tevahiya Îran û Rojhilatê Kurdistanê, do kempenya derzîkirina welatiyan ji bo vîrusa Koronayê dest pê kir.
Kesê yekemîn ku li Îranê derziya Korona li xwe da, kurê Wezîrê Tenduristiyê ya Îranê bû.
Li parêzgeha Ûrmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê jî, bi amadebûna parêzgar kempenya derzîkirinê dest pê kir.
Li Ûrmiyê jî, di destpêkê de karmendên tenduristiyê, nojdar û perestar û kesên ku temenê wan ser 65 salî re ne, tên derzîkirin.
Serokê Zankoya Zanistên Nojdariyê û Tenduristiya Ûrmiyê Dr. Cevad Aqazade diyar kir, ew ê heta 7 mehên din, zêdetirî milyonek û 500 hezar kesî derzî bikin.
Îranê vaksîna Rûsî ya bi navê “Sputnik V” kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin