Ji ber zêdebûna cûreya nû ya vîrusa Korona Brîtanyayê dîsa karantîna ragihand

05 January 2021 10:29 0 dîtin
Ji ber zêdebûna cûreya nû ya vîrusa Korona Brîtanyayê dîsa karantîna ragihand

PeyamaKurd – Ji ber zêdebûna cûreya nû ya vîrusa Korona, cara sêyêm Brîtanyayê karantîna ragihand. Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson da zanîn, cûreya nû ya vîrusa Korona, moralê wan xirab dike û fikaran çêdike.

Johnson diyar kir, ew cûreya nû ya vîrusa Korona ji ya berê ji sedî 50-70 zêdetir belav dibe û got, bi wî awayî îhtimala pêketinê jî bilind dibe.

Serokwezîrê Brîtanyayê bang li hemwelatiyên Brîtanya kir, da ku ji xêncî kirîn û firotanê, alîkariya tibî, spor û karên ji malê nabin, ji malê dernekevin.

Li gor karantîna nû, dibistanên pêş û yên navîn wê ji Sêşemê pê ve derbasî perwerdeya onlayn bibin û azmûnên giştî yên li Brîtanya jî werin paşxistin. Herwiha karantîn dê heta nîvê Sibatê bidome û berpirsên Brîtanî dê heta wê çaxê vaksînan li kesên temenên wan ji 70ê mezintir, karmendên tendurustiyê û nexweşên rewşên wan giran bidin.

Ji ber cûreya nû ya vîrusa Korona, di demên dawî de rojane ji 50,000 zêdetir kes bi vîrusa Korona dikevin û bi qasî 1000 kes jî bi wê can didin. Brîtanyayê, di Adar û Mijdara 2019an de karantîna giştî ragihandibû.