Li Çînê cûreya nû ya vîrusa Korona hat dîtin
PeyamaKurd – Li bajarê Şangay yê Çînê, cûreya nû ya vîrusa Korona hat dîtin.
Li gor daxuyaniya Navenda Kontrol û Pêşîgiritina ya Çînê diyar kir, li Çînê cara pêşî li ser jineke 23 salî, cûreya nû ya vîrusê hat tespîtkirin.
Rayedarên Tenduristiyê yên Çînê destnîşan dikin, ew jin di 14ê Berfanbarê de ji Brîtanya vegeriya ye, ku cûreya nû ya vîrusê di 13ê Berfanbarê de, cara yekem li wir hatibû dîtin.
Heta niha herî kêm 18 dewletan eşkere kiribûn, li ba wan pêketinên cûreya nû ya vîrusa Korona heye.
Li gor berpirsên Brîtanî didin zanîn, ew cûreya nû ya vîrusa Korona li gor ya berê, zûtir û pirtir belav dibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin