Serokê Çînê: Em ê 2 milyar doz derziyên vîrusa Korona bisînin welatên din

06 August 2021 09:32 0 dîtin
Serokê Çînê: Em ê 2 milyar doz derziyên vîrusa Korona bisînin welatên din

PeyamaKurd – Serokê Çînê Xi Jinping bi peyamekê da zanîn, ew dê di sala 2021an de, 2 milyar doz derziyên vîrusa Korona bişînin welatên din.

Jinping destnîşan kir, Çîn dê bo COVAXê, ku bo belavkirina derziyan planeke navneteweyî ye, 100 milyon dolar bibexşîne.

Wezareta Karên Derve ya Çînê eşkere dike, wan heta niha ji welatên din re pirtir ji 770 milyon doz derzî şandine.

CEOyê Sinovac Biotechê Yin Weidong roja Pêncşemê diyar kir, wan bi 20 dewletan re ser 900 milyon doz derzî li hev kirine.

Yin eşkere kir, hevkarên wan yên li Endonezya, Brezîlya, Tirkiye, Malezya û Misirê jî dê bo çêkirina derziyan arikariyê bikin, lê neda zanîn ku ew dê heta kengî hazir bibin.

Herwiha Yin destnîşan kir, ew dê ji bo derziyên wan yên taybet yên ji bo cûreyên Delta û Gama jî dest bi ceribandinên klînîk û serlêdanê bikin.