Serokên DYA û Çînê pistî salekê mijarên gring nîqas kirin

02 April 2024 23:17 0 dîtin
Serokên DYA û Çînê pistî salekê mijarên gring nîqas kirin

PeyamaKurd – Serokê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA) Joe Biden û Serokê Komara Gel a Çînê Xi Jinping bi ser têlefonê pêwendiyên bazirganî yên duhêlî û pirsgirekên Tengava Taywanê û Deryaya Çînê ya Başûr gotûbêj kirin. Di hevpeyvînê de Biden, ji ber piştgiriya Çînê ya ji Rûsyayê re û bandora wê ya neyînî ya li ser Ewropayê Jinping rexne kir.

Koşka Spî di derbarê hevpeyvîna her du serokan de daxuyaniyek nivîskî weşand û hûrguliyên hevdîtinê ji raya giştî re ragihand.

Piştî Mijdara 2023yan yekem pêwendî

Di daxuyaniya Koşka Spî de hate destnîşankirin ku di vê hevpeyvîna ku piştî hevdîtina Mijdara 2023yan a li Californiyayê, yekem pêwendiya Biden û Jinping e de her du serok, li gel cudahiya ramanî; li ser xurtkirina hevkariyê û têkiliyên duhêlî, herêmî û navneteweyî rawestiyane.

Di daxuyaniyê de amaje bi naxî û erênîtiya her du serokan hate dayîn û hate diyarkirin ku her du serokan mijarên ku di hevdîtina Caloforniyayê ji nû ve nîqaş kirine.

Koşka Spî da zanîn ku Serokê DYAyê Biden, gringiya aştî û aramiya Tengava Taywanê û Deryaya Çînê ya Başûr destnîşan kiriye û aniye ziman ku divê pirsgirêkên li ser van her du deveran di çarçoveya yasayên navneteweyî yên ku pîvanên serbestiya çûnûhatina bazirganiyê diyar dikin bê çareserkirin.

Piştgiriya ji Rûsyayê re û metirsiya ewlehiya Ewropayê

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Serokê DYAyê Joe Biden, di axaftina xwe de piştgiriya Çînê ya ji bo pîşesaziya parastinê ya Rûsyayê rexne kiriye û gotiye ku bandora vê piştgiriyê li ser ewlehiya Ewrûpa û transatlantîkê encamên metirsîdar derdixe holê û ev yek jî ji aliyê wan ve bi endîşe tê şopandin.

Koşka Spî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Biden li ser xalîkirina ji çekên nukleerî ya Nîvgirava Koreyê jî rawestiyaye û di derbarê pêkanînên Çînê yên ji bo rikberiya bi DYAyê re de Çînê rexne kiriye û gotiye ku sepandinên bazirganî yên nedadwerî yên Pekînê, ziyanê didin karker û cotkarên DYAyê.