Ji serokê Çînê daxuyaniya vîrusa koronayê: Rews cidî ye…
PeyamaKurd – Serokdewletê Çînê Şî Cinping derbarê belavbûna coronavîrusê de daxuyanî da û got, “Vîrusa korona gelekî bilez belav dibe û welatê me rûbirûyî rewşeke cidî ye.”
Li welatê Çînê ku serjimariya wê 1 milyar û 200 milyon kes e, li 25 herêmên îdarî rewşa lezgîn a asta bilind hatiye ragihandin. Heta niha li gorî ragihandina dezgehên fermî 56 kesan ji vîrusa koronayê can daye û tê gotin ku li ser bi hezaran kesan jî belav bûye.
Herwiha hemû seferên derveyî welat hatine sekinandin û ji bilî bajarê Wuhan ê ku vîrus lê derketiye, li paytext Pekînê jî hemû çûnûhatinên ji derve hatine rawestandin.
Tê texmînkirin ku vîrusa korona ku heta niha hejmara miriyên ji ber wê nexweşiyê nehatiye piştrastkirin li gelek welatan belav bûye ku li seranser dinyayê metirsiyeke mezin çêkiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin