“Vîrusa Koronayê li Çînê serî hilda û destpê kir û dê li Amerîkayê bi dawî were”

12 December 2020 11:31 0 dîtin
“Vîrusa Koronayê li Çînê serî hilda û destpê kir û dê li Amerîkayê bi dawî were”

PeyamaKurd – Ji aliyê Rêveberiya Xwarin û Dermanan ya Amerîka, bikaranîna awarte ya derziya Pfizer û BioNTech hat pejirandin. Donald Trump ragihand, di nava 24 saetan de ew dê dest bi derzîkirina xelkê bikin û got, “Vîrusa Koronayê li Çînê serî hilda û destpê kir û dê li Amerîkayê bi dawî were.”

Li gor Medyaya Amerîka belav kir, Rêveberiya Xwarin û Dermanan ya Amerîka êvara înê moleta bikaranîna awarte ya derzîya kompaniya Pfizer û BioNTech îmze kiriye.

Serokê Amerîkayê di twîtekê de diyar kir, wan dest bi şandina vaksîna dijî Koronayê bo hemû wîlayetan kiriye û “yekem proseya derzîkirinê jî di nava 24 saetên bê de, dest pê dike û derzîkirin jî bê beramber dibe.”

Trump dide zanîn, heta niha tu karîgeriyeke xerab a wê vaksînê nehatiye dîtin û dibêje, “Vîrusa Koronayê li Çînê serî hilda û dest pê kir, lê wê li Amerîkayê bi dawî were.”

Amerîka û kompaniya Pfizer heya meha Adarê, bo 100 milyon dosên derziyê werbigire li hev kirine. Roja pêncşemê jî komîteya şêwirmendî ya FDA glopa kesk bo bikaranîna derziyê vêxistibû.