Li Tûnisê xelk serî hilda

04 March 2023 22:46 0 dîtin
Li Tûnisê xelk serî hilda

PeyamaKurd – Li Tûnisê bi sedema ku xwepêşandêr û muxalif hatine binçavkirin, bi hezarî kes daketin kolanan û meş kirin. Protestoyên li hemberê serokkomarê Tûnisê Qays Saîd dewam dikin. Xwepêşandan bi banga sendika giştî ya karkeran (UGTT), bertekê nîşanî binçavkirina muxalifan û xwepêşandêran dan. Meşvan sloganên weka ‘em rêvebiriya yek kesî naxwazin’ , ‘êrîşên ser sendîkayê rawestînin’ , ‘Saîd tirsoneke, sendika natirse’ û sloganên din qêriyan. Sekreterê giştî yê sendîkayê Nureddîn Tabûbî di axaftina xwe de got:

“Li Tûnisê yekîtiya netewî tine. Pêkhateyên sîvîl û civakên demokratik divê bibin yek. Bi şev davêjin ser malan û dewleta Saîd herkesî tehdîd dike. Em silavan li girtiyên siyasî yên di zîndana Mornaguiayê dikin.”