Yekîtiya Mamosteyên Olî yên Kurdistanê: ‘Em pistevaniyê ji serhildana xelkê bi seref re dikin’

11 December 2022 15:05 0 dîtin
Yekîtiya Mamosteyên Olî yên Kurdistanê: ‘Em pistevaniyê ji serhildana xelkê bi seref re dikin’

PeyamaKurd - Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistanê bi daxuyaniyekê kuştinkarî û îşkenceya hêzên Îranê ya li hember neteweyên Îranê, bi taybet jî ya li ser Kurd û Belûçan şermezar kir û ragihand, “Em weke mamosteyên olî piştevaniyê ji serhildana xelkê bi şeref re dikin.”

Di daxuyaniya hatiye belavkirin dre, behsa kuştin û serkutkariya rejîma Îranê tê kirin û tê diyarkirin, wilayeta nabiheq a feqî azar û îşkenceya neteweyên Îranê bi taybet Kurd û Belûçan dide û herwiha terorîstên Komara bi nav Îslamî ji kuştin û talankirina kesên siyasî û medenî û mamosteyên olî û xelkê bê tawan bê şermane li kolanan bi awayekî dirindane berdewam dikin.

Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistanê da zanîn: “Di heyama 3 mehên derbasbûyî de xelk li ser kolanan û daxwaza mafê xwe ku li gorî hiqûq û yasayên navnetewî rewa ne dike, lê pasdarên rejîmê bi guleyan bersiva wan didin û wan binçav dikin û kesayetiya wan teror dikin û …. Hwd, ku ev yek nayê qebûlkirin û hewceye ku civaka navnetewî bêdeng nebe û piştevaniyê ji xelkê Îranê bike û karyarên rejîmê şermezar bike.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî hat gotin: “Em weke mamosteyên olî piştevaniyê ji serhildana xelkê bi şeref dikin û rê nadin kû bêrêzî bi xelkê û mamosteyên olî bê kirin ji aliyê rejîma Îranê ve, û herwisa ji mamosteyên olî yên Kurdistanê daxwaz dikin ku, bi tebayî û yekîtiyek zêde mil bi milê xelkê serhildayî yên welat pêngavan havêjn û heta dema herifîna rejîma Îranê û rê ji planên rejîma Îranê ku bo tirisandina xelkê her karekî dike bigirin.”