Îmamoglu li hember Kiliçdaroglu serî hilda...

07 June 2023 18:43 0 dîtin
Îmamoglu li hember Kiliçdaroglu serî hilda...

PeyamaKurd – Piştî hilbijartinên parlamento û serokomariya Tirkiyeyê ku partiya opozîsyona sereke ya Tirkiyê CHP di hilbijartinan de şikest xwar, guherîna cidî ya partiyê di navbera Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu de dubendî çêbû.

Kemal Kiliçdaroglu du roj berê hemû rêveberiya navendî ya partiyê guhertibû û endamên nû jî bi xwe ve girêdabûn.

Li ser guherîna hatiye kirin, Ekrem Îmamoglu nerazîbûn nîşan da û li hember Serokomar Recep Tayyip Erdogan û partiya wî AK Partî têkçûna 3 hilbijartinan di nav 9 salan de bibîr xist.

Îmamoglu ji Kiliçdaroglu daxwaza guherîneke mezin di nav partiyê de dike û dibêje, bi guhertina desteya navendî ya partiyê ev guherîn pêk nayê.

Îmamoglu îro 7ê Hezîran daxwaza xwe dubare kir û got,  “Ez daxwaza guherînê bi awayî bihêz berdewam dikim. Civak guherînê dixwaze, bi piştguhkirina vê daxwazê nayê meşandin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, li gorî nirxandinên di medya Tirkiyê de têne kirin, Îmamoglu dixwaze bikeve şûna Kiliçdaroglu û beriya hilbijartinan nûbûnekê di CHPê de bide destpêkirin.