Gelê Arjantînê jî li hember krîza aborî û siyaseta desthilatê serî hilda

11 July 2022 10:29 0 dîtin
Gelê Arjantînê jî li hember krîza aborî û siyaseta desthilatê serî hilda

PeyamaKurd – Gelê Arjantînê jî li hember krîza aborî û siyaseta desthilatê serî hilda û bi meşeke girseyî banga îstîfaya hikûmetê kir.

Li paytext Buenos Aîresê Arjantînî, piştî Srî Lankayê li dijî polîtîkayên hikûmetê û krîza aboriyê gel daket qadan û heta qesra serokatiyê meşiyan.

Li gor zanyariyan, çalakvanên gihîştin ber qesra serokatiyê li quşxaneyan xistin û daxuyakirin ku birçîne.

Desthilata Arjantîn bi armanca xwe ji vê krîzê xelas bike, meha borî ji IMFê pere deyn kir, lê ew jî nebû çareserî.

Gelê Arjantînî daketin qadan û banga îstîfaya hikûmetê kir. Herwiha çalakvanan diyar kirin ku ew ê dest ji kar berdin û greva giştî bidin destpêkirin.