Gelê Brîtanya: Brexitê aborîya welat xerabtir kir

31 December 2023 18:22 0 dîtin
Gelê Brîtanya: Brexitê aborîya welat xerabtir kir

Peyama Kurd – 7 sal piştî veqetîna Brîtanya ya ji Yekîtîya Ewropayê (YE) ango Brexitê, gelê Brîtanya gihîştîye wê bawerîyê ku veqetînê bandoreke neyînî li ser aborîya welat kirîye.

Weke tê zanîn Brîtanya, 7 sal berê ji bo ji YEyê derkeve dest bi hewldana Brexitê kiribû û sê sal berê, ji yekbazara YE û yekîtîya gomrikê û bi gişitî ji YEyê derketibû. Wê demê Brîtanyayê bi sedema ku barê aborî yê yekîtîyê bêtir London hildigire ser xwe Brexitê pêk anîbû lê belê anketa ku kompanîya lêkolînan Opiniumê ji bo The Observerê kir, dîyar dike ku gelê îngilîz gihîştîye wê bawerîyê ku Brexitê bandoreke neyînî li ser aborîya welat kirîye. Gel, buhatirbûna nirxê berhemên dikan û marketan û pênekarîya hikûmetê ya kontrola koçê mînak nîşan dide û radigihîne ku berîya Brexitê aborîya Brîtanya ji niha baştir bû.

Di vê anketa ku bi 2 hezar welatîyan re hatiye kirin de, ji nîvî bêtirên beşdaran aborîya berîya Brexitê pir baştir dibînin û dibêjin ku Brexitê ziyanê daye aborîya Brîtanya.

Her wiha ji % 60ê beşdaran diyar dikin ku hemû berhemên pêwîst ên wek xurek, paqijî, teknolojî û hwd. ji berîya Brexitê pir buhatir bûne, ji %53ê beşdaran jî diyar dikin ku hikûmet hêza xwe kontrolkirina koçê wunda kirîye.

Ji % 50yê beşdaran Brexitê nebaş, ji %22 jî baş dibînin.