Brîtanyayê, hisyariya ‘sîxuriyê’ li wî welatî kir

10 September 2023 21:00 0 dîtin
Brîtanyayê, hisyariya ‘sîxuriyê’ li wî welatî kir

PeyamaKurd- Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak, di hevdîtina ligel Serokwezîrê Çînê Li Chiang de nîgeraniya xwe li hember her destwerdana Pekînê ya ji bo demokrasiya Parlamentoya Londonê ragihand.

Li gorî hat ragihandin, piştî girtina du kesên ku tê îdiakirin ku sîxur in ku li ser navê Çînê dixebitin, Serokwezîrê Brîtanya Rishi Sunak diyar kir ku ew di derbarê lêpirsînek berdewam de çi bibêje ew sînordar e, lê wî ji rojnamevanan re got ku wî ji Serokwezîr Li re ragihand ku “Destwerdana li demokrasiya me ya parlementoyê qet nayê qebûlkirin."

Rojnameya Sunday Timesê ragihand ku yek ji kesên ku bi tohmeta sîxuriyê ji bo Çînê hatiye girtin lêkolînerek e ku li Parlamentoya Brîtanyayê kar dike.

Her wiha qada ewlehiyê ya Londonê jî ragihand ku herdu kes li gorî Qanûna Nehêniyên Fermî di meha adarê de hatin girtin û bi kefaleta polîs heta destpêka cotmehê hatin berdan.

Sunak da zanîn ku wî di civîna Lûtkeya G20ê de deverên lihevnekirinê hanîne zimên û got ku li cihê ku watedar be, civîn qîmeta stratejiya çalakiyê nîşan dide û axaftina xwe bi vî awayî berdewam kir:

 "Ez difikirim ku ya rast ev e ku mirov vê fersendê bi kar bîne da ku bi taybetî fikaran ragihîne ne ku tenê ji alîkî ve biqîre.”

Di daxuyaniya Çînê ya piştî civînê de behsa îdiaya sîxuriyê nehat kirin, lê hat destnîşankirin ku Brîtanya pêşwaziya berfirehkirina hevkariyên pratîkî yên bi Çînê re dike û Li got "Divê her du alî bi awayekî rast nakokiyên xwe çareser bikin."