Komîsyona Ewropayê, hisyariya koçberan li wî welatî kir!

04 June 2023 20:00 0 dîtin
Komîsyona Ewropayê, hisyariya koçberan li wî welatî kir!

PeyamaKurd- Li gorî nûçeya kovara Alman Der Spiegelê, Komîsyona Ewropayê li ser koçberiyê û rêvebirina serdegirtinê, bi nameyekê hişyarî li Yunanîstanê kir.

Polîtîkaya koçberiyê ya Yunanîstanê, di rojeva Yekîtiya Ewropayê de ye. Li ser vê yekê jî hat diyarkirin ku Komîsyona Ewropayê, nameyeke hişyariyê ya ji 41 rûpelan pêk tê, ji Yunanîstanê re şand. 

Li gorî nûçeyê, di nameya ku ji 27 pêşniyazan pêk tê de bal hatiye kişandin ku plana çalakiyê ji aliyê Yunanîstanê ve hatiye pêşkêşkirin.

Hat diyarkirin ku di nameyê de "plana çalakiyê ya herî dawî ya ku Yunanîstanê pêşkêşî kir, têr nake" hat rexnekirin û hat gotin ku  "Divê Atîna tavilê plana awarte ya neteweyî ya ji bo derbasbûnên girseyî yên sînorî qebûl bike."

Di nameyê de hat bibîrxistin ku ji sala 2016an û vir ve kêmasiyên Yunanîstanê tên agahdarkirin. Ji Atînayê hat xwestin ku di nav mehekê de û paşê salê du caran raportek pêşveçûnê pêşkêş bike.

Li gorî nûçeya Der Spiegelê, Komîsyona Ewropayê dê di nîvê duyemîn a salê de û di sala 2025an de ji bo "tedbîrên hatine girtin binirxîne" 'serdanên kontrolê' li Yunanîstanê bike.