Komîsyona Ewropayê bang li Tirkiyê kir demildest Demirtas berdin

15 March 2024 18:10 0 dîtin
Komîsyona Ewropayê bang li Tirkiyê kir demildest Demirtas berdin

PeyamaKurd – Komîteya Wezîran a Ktonseya Yekîtiya Ewropayê (YE) li ser biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Yekîtiya Ewropayê (DMME) civiya û bang li Tirkiyeyê kir ku di çarçoaveya biryarên nehatine bicihkirin de, hikûmeta Tirkiyeyê demildest Selahattîn Demirtaş ji girtîgehê berde.

Komîsyona YEyê di civînê de, bi sedema ku Tirkiyeyê biryarên DMMEyê bicih neanîne biryar da ku Selahattin Demirtaş demildest were berden û karsazê Tirk Osman Kavala ku ji bûyerên Parka Geziyê ceza lê hatiye birîn jî dîyalog were berdewam kirin.

Komîteyê herwiha diyar kir ku ger heta civîna Hezîran a 2024an di rewşa Demirtaş de guherînek çênebe ew dê careke di civînên xwe de wekî hişyarî mijarê bixin rojeva xwe.