Brîtanyayê bang li wan welatan kir: Ranewestin!

03 October 2023 14:00 0 dîtin
Brîtanyayê bang li wan welatan kir: Ranewestin!

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê yê Berpirsê Hêzên Çekdar James Heappey, di derbarê alîkariya leşkerî ya welatan de axivî û bang kir ku alîkariya xwe ranewestînin.

Wezîr Heappey, di Foruma Ewlehiyê ya Varşovayê ya ku li Polonyayê hat lidarxistin de axivî û diyar kir ku Brîtanya dê piştgiriya Ukraynayê bidomîne û ev tiştekî xwezayî ye.

Heappey destnîşan kir ku ji ber kêmbûna stokên çekan divê dewlet dest jê bernedin û got, “Divê em îşev, sibê û sibetirê Ukraynayê di nav şer de nehêlin. Heger em rawestin, ev jixweber nayê wê wateyê ku Putin raweste, ev tê wê wateyê ku derfeta wî heye ku bigihîje armancên ku di rêza yekem de ne.”

Heappey diyar kir ku pêdivî ye ku welat her roj stokên xwe yên çekan ên ku kêm dibin tijî bikin û bal kişand ser girîngiya zêdekirina tempoya hilberînê.