Rûsya ji êrîsa DYA û Brîtanyayê naxwes bû: Bang li NYê kir
PeyamaKurd - Piştî ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Brîtanya li binkeyên Hûsiyên Yemenê dan Rûsyayê bertek nîşan da. Rûsyayê banga civîna awarte li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî (KENY) kir.
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova êrîşa DYA û Brîtanya ya li dijî Hûsiyan wek; "Mînakeke nû ya Anglosaksonan a berovajîkirina biryarên Konseya Ewlehiyê" nirxand û angaşt ku ev êrîşa li dijî Hûsiyan pêk hatiye şanî daye ka yasayên navneteweyî çawa têne binpêkirin.
Zakharova her wiha vê angaştê destnîşan kir ku ev êrîşa DYA û Brîtanya ya li dijî binkeyên Hûsiyan, wê aloziya li herêmê dijwartir bike.
Piştî ku Hemasê di 7ê Cotmeha sala çûyî de êrîşî Îsraîlê kir û şerê li Xezzeyê da destpêkirin, milîşeyên Hûsiyên Şîa ku girêdayî rejîma Îranê ne, li derya sor dest bi êrîşên keştiyên ku bi Îsraîlê re pêwend in kirin. Êrîşên DYA û Brîtanya, piştî zêdebûna êrîşên Hûsiyan ên li ser keştiyên bazirganiyê yên neftê pêk hatin.
Tê payîn ku Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî danê êvarê kom bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin