Rêveberiya Xweser li ser êrîsa Kobanî bang li Rûsya û Amerîka kir

28 April 2020 14:24 0 dîtin
Rêveberiya Xweser li ser êrîsa Kobanî bang li Rûsya û Amerîka kir

PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser a li herêma Firatê derbarê êrîşa îro sibehê ya balafirên bêpîlot ên Tirkiyê bi ser bajarê Kobaniyê de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku berpirsiyariya armancgirtina Kobaniyê li ser Amerîka û Rûsyayê ye û hat diyarkirin, tevî ku 6 meh bi ser vekişîna HSDê de derbas bûye jî Tirkiye li gorî peymanan tevnagere êrîşên xwe didomîne.

Di daxuyaniya ku bi beşdariya rêveberên saziyên sivîl ên herêma Firatê hevserokê Meclîsa Rêveber Mihemed Şahîn hat xwendin de, wiha hat gotin: “Di demeke ku tevahiya gelên cîhanê û dewletên wê li dijî têkbirina pandemiya koronavîrusê hevgirtî ne û bi rasthatina meha Remezanê re, dewleta Tirk bi firokeyên xwe yên bêpîlot vê sibehê bajarê Kobanê bombebaran kir. Bi vê yekê tevahî peymanên ku berê îmze kirine, paşguh dike.”

Di berdewamê de, bang li Rûsya û Amerîkayê hat kirin, li gorî sozên xwe derbarê garantiya ewlehiya xaka Sûriyê û sînordarkirina êrîşên Tirkiyê yên rojane li dijî gundên Girê Spî û Kobanê pêk tên tevbigerin ku 6 meh bi ser vekişîna HSDê ya ji herêmên sînor ên herêmê re derbas bûye.

Hêjayî gotinê ye, îro danê sibehê ji aliyê balafirên bêpîlot ên Tirkiyê ve navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Kobanê bû armanca du moşekan ku tenê bûye sedema zirarên madî.