Li Efrînê gel li hemberî ASAyê serî hilda!
PeyamaKurd – Hêzên Lîwaya Hemze ya girêdayî Artêşa Azad a Sûriyê (ASA) xwestin li gundê Kokanê yê Efrînê bi zorê dest deynin ser mala malbateke kurd, li ser vê yekê gundiyan serî hilda.
Lîwaya Hemze xwest bi zorê têkeve mala Muhammed Cemil Hamidê Kokaneyî. Welatiyê kurd ku nexwest mala xwe biterikîne, rastî îşkenceyê hat. Gundiyan ji bo ku Hamid ji destê rêxistina çekdaran rizgar bikin serî hildan.
Hêzên Lîwaya Hemze teqe li gundiyan kir û di encam wê teqekirinê de 9 gundî birîndar bûn.
Hêzên Lîwaya Hemze têketin û derketin gundî li gundiyan qedexe kir û ji muxtarî daxwaz dike ku 15 kesên ku ew protesto kirine radestî wan bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin