Ramî Mexlûf li hember Esed serî hilda: Venakisim!

18 May 2020 21:04 0 dîtin
Ramî Mexlûf li hember Esed serî hilda: Venakisim!

PeyamaKurd – Kurxalê Serokê Sûriyê Ramî Mexlûfê ku karsazekî rêjeyeke zêde ya aboriya Sûriyê li ser pişta wî dimeşe, piştî ku çend hefte berê bi hinceta nedana baca zêde gelek rêveber û berpirsên kompaniyên wî hatin girtin daxuyaniyeke din da.

Mexlûf li ser rûpela xwe ya Facebookê vîdyoyek belav kiriye û tê de dibêje, ew ji Syriatelê îstifa nake ku dahata herî zêde ya aboriya Sûriyê jê tê. Herwiha dibêje, ji bo ji rêveberiya Syriatelê vekişe heta roja Yekşemê dem bo wî hatiye dayîn, lê zelal nekiriye bê mohlet bo kîjan roja Yekşemê ye.

Ramî Mexlûf, hişyariya hilweşîna aboriya Sûriyê jî dide Esed û li ser destdanîna ser kompaniya Syriatelê dide xuyakirin, wê aboriya Sûriyê hilweşe lê ew ji erkên xwe venakişe.

Mexlûf wekî karsazê herî mezin ê ji malbata Esed ê Sûriyê tê zanîn ku ev demek e şerek di navbera wan de dest pê kiriye û Esed dixwaze zêdetir bacê li ser ferz bike û dest deyne ser kompaniyên wî.