Li Japonyayê jî cûreya nû ya vîrusa Korona hat dîtin
PeyamaKurd – Cûreya nû ya vîrusa Korona ya cara pêşî di 13ê Berfanbarê de li bajarê Kent yê li başûrê Brîtanyayê hatibû tespîtkirin,
li Japonyayê jî hat dîtin.
Wezîrê Tenduristiyê ya Japonya Norihisa Tamura diyar kir, wan cûreya nû ya vîrusa Korona li ser pênc kesan tespît kiriye û da zanîn, ew bi balafireke ji Brîtanya hatiye derbasî Japonya bûye.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) dide zanîn, çêbûna cûreya nû ya vîrusa Korona normal e û ew vîrus ne kujertir e.
Welatên Ewropî, Tirkiye, Erebîstana Siûdî, Îsraîl û hin welatên din, piştî tespîtbûna cûreya nû ya vîrusa Korona ya li Brîtanyayê, rêwîtiyên ji Brîtanya rawestandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin