LÊKOLÎN | Li ser vîrusa korona delîl û sopên laboratûarê hatin dîtin
PeyamaKurd – Zanyarên Norwêcî di encama lêkolîneke xwe ya zanistî de eşkere kirin ku di nav vîrusa koronayê de delîl û şapên ku Zanyarên Çînî di nav laboratûarê de li ser xebitîne hatine dîtin.
Profesorê Brîtanî Angus Dalgleish û Serokê Kompaniya Dermanan a Norwêcê Immunorê Dr. Birger Sorensen encama xebata xwe ya li ser Covid-19 eşkere kirin.
Li gorî xebata zanyaran, di binyada vîrusê de şopên nuveyên ku tenê di nav laboratûarê dikarin bêne çêkirin hatine dîtin.
Wan pisporên zanistê îdia kir ku delîl di destê wan de hene, lê akademîsyen û kovarên mezin ên tenduristiyê wê piştguh dikin.
Her du zanyaran Dalgleish û Sorensen dane xuyakirin ku wan gotareke zanistî ya 22 rûpelan derbarê mijarê de nivîsandiye ku ew piştî lêkolînên ji sala 2002yan heta 2019an ên li Wuhanê gihîştine wê encamê.
Dalgleish û Sorensen dibêjin, hin zanyarên Çînî ligel zanîngehên Amerîkî ji bo çêkirina koronavîrusê amur bipêşxistine û li laboratûara Wuhanê jî ji bo li ser şaneyên mirovan bilez belav bibe jî hewl dane vîrusa siruştî zêdetir belav bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin