Trump li ser ji Çînê belavbûna vîrusa korona lêkolîn da destpêkirin

16 April 2020 16:59 0 dîtin
Trump li ser ji Çînê belavbûna vîrusa korona lêkolîn da destpêkirin

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump, ragihand ku ew îdiayên derbarê derketina vîrusa koronaya nû Covid-19 ji laboratûareke Wuhan a Çînê lêkolîn dikin.

Trump di daxuyaniya rojane ya derbarê rewşa vîrusa korona de da zanîn ku ew îdiaya vîrusa ji aliyê mirovan ve li laboratûareke Wuhanê belavî dinyayê bûye lêkolîn dikin.

Herwiha CNN Internationalê di raporteke xwe de ragihand ku Amerîkayê dest bi lêkolîn û lêpirsînên derbarê derketina vîrusê de kiriye.

Gelek berpirsên Amerîkî Çînê bi zanebûn belavkirina vîrusê tawanbar dikin û dibêjin, pêwîste Çîn were cezakirin.

Heta niha li seranserê dinyayê bêhtirî 2 milyon kes bi nexweşiya vîrusa korona ketine û zêdetirî 135 hezar kes jî pê mirine.

Tenê li Amerîkayê nêzî 650 hezar kes bi vîrusê ketine û zêdetirî 28 hezar kes jî pê can dane ku li cihê jêdera vîrusê Çînê heta niha tenê 82 hezar û 341 kesên bi vîrusê ketine hatine tomarkirin û hejmara miriyan 3 hezar û 342 kes hatiye rahihandin.