WHO: Cûreya vîrusa Korona ya li Hîndistanê ji Brîtanya, Amerîka û Sîngapûrê hatiye

28 April 2021 13:58 0 dîtin
WHO: Cûreya vîrusa Korona ya li Hîndistanê ji Brîtanya, Amerîka û Sîngapûrê hatiye

PeyamaKurd –  Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) diyar kir, cûreya vîrusa Korona ya li Hîndistanê, herî kêm li 17 dewletan hatiye dîtin.

Bi cûreya vîrusa korona ya li Hîndistanê, ku du caran mûtasyon derbas kiriye, hejmara rojane ya pêketinên vîrusa Korona rekor şikandibû.

WHO bi daxuyaniyekê dide zanîn, piraniya mînakên cûreya vîrusa Korona ya ji Hîndistanê, ji Brîtanya, Amerîka û Sîngapûrê hatine.

Li gor tê zanîn, ew cûre li hin welatên Ewropa jî hatiye dîtin.

WHO destnîşan dike, cûreya ji Hîndistanê li gor cûreyên din yên vîrusa Korona mezintir dibe û belav dibe û eşkere dike, divê berpirs li hember wê cûreyê baldar bin.

Berpirsên WHO diyar dikin, cûreyên vîrusa Korona yên ji Brezîlya û Afrîqaya Başûr ‘‘fikaran çêdikin’’ ku cûreya ji Hîndistanê, hîn neketiye wê kategoriyê.

Hîndistan, bi hejmara pêketin û vîrusa Korona li cîhanê li dû Amerîka di rêza duduyan de ye.

Agahiyên Zanîngeha Johns Hopkinsê didin zanîn, li Hîndistanê bi qasî 18 mîlyon kes bi vîrusa Korona ketine û 201,187 kes bi wê can dane.