Duhok | Guman heye kesekî ji Brîtanya vegeriyaye bi cûreya nû ya vîrusa korona ketibe

13 January 2021 19:27 0 dîtin
Duhok | Guman heye kesekî ji Brîtanya vegeriyaye bi cûreya nû ya vîrusa korona ketibe

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku guman heye bi zilamekî ji welatê Brîtanyayê vegeriya Duhokê re cureya nû ya koronayê derketibe û ji ber wê jî hemû kesên ku pê re ketine têkiliyê, hatine agahdarkirin û karantînekirin.

Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Parêzgeha Duhokê Dr. Efrasîb Mûsa ji K24ê re ragihandiye ku li Duhokê haleteke gumana ji cûreya vîrûsa nû ya koronayê hatiye destnîşankirin.

Dr. Efrasîb Mûsa eşkere kir ku hemû pişkinîn û rêkarên pêwîst hatine pêkanîn û niha li benda encamên pişkinînê ne.

Mûsa da zanîn: “Ew kes ji xelkê Duhokê ye, ji welatê Brîtanyayê vegeriyaye û hemû kesên ku pê re ketine têkiliyê, hatine karantînekirin û di binkontrolê de ne.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, cûreya nû ya vîrusa koronayê ewil li Brîtanyayê derketibû holê ku ji 70 zêdetir û bileztir belav dibe ku niha li gelek welatan peyda bûye.