General McKenzie: Bêguman mafê Kurdên Sûriyê yê xweseriyê heye
PeyamaKurd - Generalê berê yê Fermandarîya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Frank McKenzie ragihand, mafê Kurdên Sûrîyê heye ku xwe birêve bibin.
McKenzie ji Dengê Amerîka re daye xuyakirin, “Ez dibêjim bêguman mafê Kurdan bo şêweyekî xweserîyê heye, çi di çarçoveya rêkeftineke mezintir ligel Sûrîyê yan awayekî din.”
Siberoja Kurdên Rojava girêdayî hebûna Amerîka ye
McKenzie da zanîn: “Ez dizanim ku hikûmeta Beşar Esed ti hez hember vê yekê nîşan nedaye. Ez bawer dikim Kurd niha di rewşeke pir metirsîdar de ne. Ew ji herkesî bêtir vê yekê dizanin. Bêguman, bi kêmî ve niha, siberoja wan girêdayî hebûna berdewam ya Amerîkayê ye.”
McKenzie got, eger hêzên Amerîkî ji Sûrîyê vekişin, ewê ew yek derfetê bide rêxistina terorîst DAIŞê ku dîsa bihêz bibe.
Niha dora 900 leşkerên Amerîkî li bakur û rojhilatê Sûrîyê dimînin wekî beşek ji Koalisyona Navnetewî ya dijî DAIŞ’ê. Amerîkî roleke serekî di piştgirîya hêzên Kurdan de dilîzin.
Vekişîna ji Sûriyê girêdayî mayîna li Iraqê ye
McKenzie got, ji ber ku Iraq bûye platformek ji bo hezên me, hebûna leşkerî ya Amerîka li Sûrîyê girêdayî hebûna Amerîkayê li Iraqê ye û diyar kir, “Li Sûrîyê em piştgirîya hevparên xwe dikin da ku rê nedin DAIŞ li Newala Çemê Feratê cardîin derkeve.”
McKenzie bal kişand ser zindanên jêr kontrola Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ku dora 10 hezar çekdarên DAIŞê tê de ne û got ku eger guhertinek ser erdê çêbibe wê ev kes ji van zindanan werin derxistin.
McKenzie destnîşan kir, “Divê em bi haydarî bifikirin berî ku em ji Sûrîyê vekişin. Ez dizanim ku faktorên din hene, lê herwiha sedemên baş û balkêş hene ji bo hiştina hebûneke (leşkerî) li Sûrîyê.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, McKenzie ji 2019an heta 2022yan Fermandariya CENTCOMê dikir û ji nêzîk ve ligel hêzên Kurdan di çarçoveya şerê dijî DAIŞê de hevkarî kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin