Serokwezîrê Brîtanyayê: Dibe ku cûreya nû ya vîrusa Korona kujertir be
PeyamaKurd – Derbarê cûreya nû ya Koronayê ya li Brîtanyayê hat dîtin de, Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson axivî û got, dibe ku cûreya nû ya vîrusa Korona kujertir be.
Di preskonferansekê de Johnson zanîn, hin delîl raber dikin ku cûreya nû ya vîrusa Korona ya li Brîtanya hatiye dîtin, kujertir e.
Şêwirmendê Zanistê yê Hikûmeta Brîtanya Patrick Vallance diyar kir, li Brîtanya, Afrîqa Başûr û Brezîlya sê cûreyên cihe yên vîrusa Korona hatine dîtin.
Vallance destnîşan kir, cûreya li Brîtanya hatiye dîtin, ji yên din 30 – 70 ji sedê zêdetir belav dibe.
Herwiha eşkere kir, di cûreya orîjînal ya vîrusa Korona de li ber e ku ji 1000 kesan 10 kes bimirin, lê di ya cûreya nû de çaverê ye ew hejmar dibe 13 yan 14.
Wezareta Tendurustiyê ya Brîtanya diyar kir, di 24 saetên dawî de ji vîrusa Korona 1401 kes mirine, ku bi vî awayî hejmara mirîyên ji wê vîrusê bû 95,981.
Brîtanya ji ber ku cûreya nû ya vîrusa Korona hejmara kuştinan zêdetir kiribû, di 5ê Rêbendanê de karantîna ragihandibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin