Li Amerîkayê cûreyeke metirsîdar a vîrusa korona hat dîtin
PeyamaKurd – Li gorî lêkolînerên pizîşkî yên Amerîkayê li eylate New Yorkê cûreye nû ya vîrusa koronayê hatiye dîtin û li gelek taxên bakurê rojhilatê eyaletê belav bûye.
Hat ragihandin ku li gorî zanyar diyar dikin, ew cûreya nû ya mûtasyona vîrusa koronayê cûreyeke metirsîdar e.
Cûreya nû ya vîrusê dişike varyanta Afrîkayê ya 'B.1351' û navê wê jî 'B.1.526' hatiye tomarkirin.
Herwiha hatiye eşkerekirin ku di varyanta nû ya vîrusê de mûtasyona cûreya 'E484K' jî hatiye tespîtkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin