Li Amerîkayê vîrusa Korona ya li Afrîqaya Basûr mutasyon derbas kiriye hat dîtin

29 January 2021 12:03 0 dîtin
Li Amerîkayê vîrusa Korona ya li Afrîqaya Basûr mutasyon derbas kiriye hat dîtin

PeyamaKurd – Li Amerîkayê, cureyeke vîrusa Korona ya li Afrîqaya Başûr mutasyon derbas kiriye hat dîtin.

Li gor APê diyar kir, ew cureya ku cara pêşî li Afrîqaya Başûr hatibû dîtin, li Carolina Başûr li ser du kesan hat tespît kirin.
 

Nûçeya Apê dide zanîn, ew her du pêketî, ji du herêmên cuda ne û tu peywendiyên wan bi hev re tune û wan di demên dawî de tu rêwîtî jî nekiriye.

Karbidestên tendurustiyê destnîşan dikin, ku li gor texmînên wan pirtir pêketiyên wê cureya vîrusa Korona hene û li gor hin kesan, ew cure pirtir belav dibe û derzî li ser wê bandoreke tam çênake.

Parêzgarê Carolina Başûr Henry McMaster, di payîzê de hemû tedbîrên li dijî vîrusa Korona sist kiribûn.

McMaster li ser Twitterê da zanîn, divê ji ber cureya nû ya vîrusa Korona ya li eyaletê hatiye dîtin, kes netirse.

Herwiha ji bilî cureya vîrusa Korona ya li Afrîqaya Başûr hatibû dîtin, li Brezîlya û Brîtanya jî cureyên nû hatibûn tespîtkirin.