Hejmara pêketiyên vîrusa Korona li Amerîkayê 16 milyon kes derbas kir

11 December 2020 14:33 0 dîtin
Hejmara pêketiyên vîrusa Korona li Amerîkayê 16 milyon kes derbas kir

PeyamaKurd – Hejmara pêketiyên Koronayê li Amerîkayê her diçe zêdetir dibe. Heta niha zêdetirî 299 hezar pêketiyên vîrusa Koronayê can dane.

Li gor amarên dawî yên îro, bi giştî hejmara pêketiyên vîrusa Korona li Amerîkayê gihişt16 milyon û 39 hezar û 393 kesan.

Heta niha li Amerîkayê ji ber pêketina bi vîrusa koronayê 299 hezar û 692 pêketiyên jiyana xwe ji dest dane û 9 milyon û 330 hezar û 865 kesên pêketî jî baş bûne.