UNICEF: Krîza Afganistanê herî zêde bandor li zarokan kiriye

01 September 2021 13:59 0 dîtin
UNICEF: Krîza Afganistanê herî zêde bandor li zarokan kiriye

PeyamaKurd –  Nûnerê Fona Alîkariya Zarokan a Netewên Yekbûyî (UNICEF) yê Afganistanê Herve Ludovic De Lys li paytexta Afganistanê Kabûlê diyar kir, li Afganistanê rewşa zarokan ne baş e û zêdetir zarok wek tê xwestin nikarin pêdewiyên xwarin û vexwarinê bidest bixin, nehatine derzî kirin û zarok ji aliyê komên çekdar ve tên bikaranîn.

Nûnerê UNICEFê yê Afganistanê De Lys, ji Kabûla paytexta Afganistanê bi rêya video konferansê beşdarî civîna çapemeniyê bû û da zanîn, li Afganistanê pêdiviya nêzîk a 10 milyon zarokan bi alîkariyê heye û zêdetir zarok pêdewiyên xwarinê peyda nakin.

Lys destnîşan dike, krîza Afganistanê herî zêde bandor li zarokan kiriye û tenê di salekê de 550 zarokan di şer de can dane û zêdeyî hezar û 400 zarok jî birîndar bûne.

Lys li ser pirsa “di êrîşa 30ê Tebaxê ya Amerîkayê de li Kabûlê ji bo ser DAIŞê 7 zarokan jî can dane, gelo hûn wek UNICEFê vê yekê piştrast dikin?” got “Me jî wiha fam kir ku 7 zarokan can dane.”

Derbarê rewşa perwerde û tendirustiya zarokan jî de Lys eşkere kir, zarokên li Afganistanê derziyên zarokan ên jiyana wan ji metirsiyan rizgar bikin wek derziya dijî nexweşiya felca zarokan û nexweşiyên din jî wernegirtine. Lys dibêje, derbarê perwerdeya zarokên keç de ligel Talibanê hevdîtinên wan hene û heta niha nizanin dê çûna dibistanê ya zarokên keç bê astengkirin an na.